HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 17’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker li Çiyayê Yilan yê girêdayî herêma Alîbogazê ya girêdayî Dêrsimê bi helîkopterên kobra operesyonek daye destpêkirin. Ev operesyon di demjimêrên êvarê de bê encam paşve kişiya. Ji derveyî wê artêşa Tirk a dagirker di roja 19’ê Gulanê de li gundên Aral Deresi, Egrî Kavak, Çakmakli, Tepsilli, Bilgeçê yên girêdayî navçeya Dêrsimê Pulurê, bi yekîneyên taybet operesyonek daye desptêkirin. Ev operesyon hîn didome.

2. Di 18’ê Gulanê di navbera demjimêrên 13:00 û 20:00 de balafirên keşfê yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker, li ser Herêmên Parastina Medyayê herêma Metîna re keşif kirine. Ev firînên keşfê heta xeta sînor ya Qilebanê berdewam kiriye. Ji derveyî wê li Avaşînê jî di navbera demjimêr 06:50 û 13:00’ê de firînên keşfê pêkhatine.

3. Di 18’ê Gulanê di navbera demjimêrên 06:00 û 13:00’ê de balafirên keşfê yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastina Medyayê herêma Zapê re keşf pêkanîne. Di heman dîrokê di navbera demjimêrên 08:00 û 16:00’ê de balafiran li ser herêmên Zagrosê re keşf kirine.

4. Di navbera 16 û 17’ê Gulanê de hem balafirên şer û hem jî yên keşfê yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li ser çiyayê Cûdî re firîne.

19 Gulan 2014

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê