HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 15’ê cotmehê de di derdora saet 20.45’ande li Şirnex li dijî girê ku ewlekariya Tabûra Madenê digre ji aliyê gerîla yê me ji bo bîranîna gerîla yê me yê li Dersim û Şirnexê şehîd ketine çalakiyeke bersivdayînê hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 çeperên dijmîn ji aliyê gerîlayê me hatiye îmhakirin û hejmara kuştî û birîndarên dijmin ji aliyê me nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê ji aliyê helîkopterên kobra li dijî girê Ataturk û Çala Guza hatiye bombebarankirin. Piştî bombebarana li hêrêmê ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyon hîn jî berdewam dike.

2. Di 16’ê cotmehê de li navçeya Şirnex Silopiyê li dijî Banê Xinis, Banê Şamkê û Banê Sêga ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.

3. Di 16’ê îlonê de di navbera saet 13.00-14.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Girê Ciger ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

4. Di 13’ê cotmehê li navçeya Dersimê Pulurê li dijî derdora gundê Nenikan ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Di operasyona heta 15’ê cotmehê berdewam kirî de di navbera gerîla yê me û leşkerên dijmin de pevçûnên dijwar qewimîne, di encama pevçûnan de yên ji aliyê me hatiye zelalkirin 3 leşkerê dijmin hatiye kuştin, 3 leşker jî birîndar bûye. Di encama pevçûnan de ji aliyê gerîla yê me çekek ferdî ya HK-33(melez) û nasnameyek hatiye desteserkirin. Herweha di pevçûnên hatiye jiyandin de 4 gerîla yê me bi lehengî pevçinîne û gihîştine şahadetê.

Nasnameyên hevalên me yên şehîd ketine;

Tayhan - Cemil Nayman

Navê Kod: Tayhan Umut
Nav û paşnav: Cemîl Nayman
Cîh û sala jidayikbûnê: 1981 / Mûş
Cîh û sala tevlêbûnê: 2002 / Mersîn
Navê dê û bav: Gulnaz / Şemsettîn
Cîh û dîroka şahadetê: 13 Cotmeh 2010 / Pulur, Dersîm

Şîlan - Şukran Gulsun

Navê Kod: Şîlan Evîn
Nav û paşnav: Şukran Gulsun
Cîh û sala tevlêbûnê: 1980 / Wan
Cîh û sala tevlêbûnê: 2002 / İstanbul
Navê dê û bav: Zubeyde / Abdullah
Cîh û dîroka şahadetê: 13 Cotmeh 2010 / Pulur, Dersîm

Botan - Abdurrahman Hüseyin

Navê Kod: Botan Afrîn
Nav û paşnav: Abdurrahman Huseyin
Cîh û sala tevlêbûnê: 1980 / Şam
Cîh û sala tevlêbûnê: 1999 / Şam
Navê dê û bav: Elîf / Huseyin
Cîh û dîroka şahadetê: 13 Cotmeh 2010 / Pulur, Dersîm

Agit - Huseyin Akkoç

Navê Kod: Agît Amed
Nav û paşnav: Huseyin Akkoç
Cîh û sala tevlêbûnê: 1984 / Amed
Cîh û sala tevlêbûnê: 2002 / Amed
Navê dê û bav: Remziye / Aziz
Cîh û dîroka şahadetê: 13 Cotmeh 2010 / Pulur, Dersîm

17 Cotmeh 2010

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG