HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Rê!

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên me roja 12’ê Tebaxê seat 12:30’an li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li girê Xeregol yê navçeya Çelê ya Colemêrgê bicih bûbûn çalakiyek li dar xistin.

Bi serketî li çeper û baregeha dijmin hate xistin û hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin.

Roja 13’ê Tebaxê seat 19:30’an hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşgerî de dîsa li dijî leşkerên li girê Xeregolê çalakiyek li dar xistin. Bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin û di çalakiyê de baregehek hate rûxandin. Di çalakiyê de qasî hate tespîtkirin 7 leşker hatin kuştin.

2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal û Şehîdên Bestayê de hêzên me roja 13’ê Tebaxê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker rêze çalakî lidarxistn. Agahiyên berfireh ên têkildarî çalakiyan wiha ne;

Hêzên me seat 12:30’an de li girê Sorxwîn yê herêma Herekol a Sêrtê li dijî leşkerên dijmin çend rêze çalakiyên sekvanî lidarxistin. Di van çalakiyan de 2 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

Hêzên me seat 16:30’an li herêma Avnê Benat yê Çiyayê Gabar a Şirnexê li dijî yekîneyeke veşartî ku xistibûn bin kontorla xwe çalakiyekî sekvanî li dar xistin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

Hêzên me seat 21:00’an li dijî qereqola Serdefê ya navçeya Kerboran a Mêrdinê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de bi serketî li çeper û avahiyên qereqolê hate xistin û hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate tespîtkirin.

3. Balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker roja 13’ê Tebaxê seat 15:30’an de bombe li herêma Holka ya herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, roja 14’ê Tebaxê (îro) jî seat 08:00’an derdora gundê Bêpalan yê herêma Qendîlê bombebaran kirin. Di bombebaranê de rez û baxçeyên gundiyan zirar dîtine.

 

14’ê Tebaxê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG’ê