Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî artêşa TC’ê çalakî kirin. Di vê çarçoveyê de;
20’ê Tîrmehê saet 07:15’î de hêzên me li diî dagirkerên li Girê Gundê Bezeno ya devera Çarçella ya Herêma Zagrosê çalakiyeke ya sekvaniyê kirin. Di vê çalakiyê de leşkerek bi paye hate cezakirin.
Yekîneyên Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Jinê (KBDH) di çarçoveya pêngavê de li dijî tevgera dagirkeriyê ya dagirkeran a li Heftanînê 20’ê Tîrmehê saet 11:20’ê li dijî artêşa TC’ê ya li Girê Şehîd Elîşêr ê Çelê ya Colemêrgê bi cih bûbûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê ku bi îsabet hate lêdan de, 6 leşker hatin cezakirin, leşkerek jî birînar bû.
2. 20’ê Tîrmehê di saetên şevê de artêşa TC’ê li devera Gorse ya Amedê bi helîkopteran gule li derdor reşandin û bomberdûman kirin. Şewata ku di encama bomberdûmanê de derket hê jî didome.
3. 19’ê Tîrmehê saet 14:30’î artêşa TC’ê ya dagirker li devera Şehîd Canxurt a herêma Herekol a Sêrtê dest bi operasyonekê kiriye. Artêşa TC’ê ya ku ji saetên şevê ve heta sibeh roja din qad bobe kir, bi helîkopterên Skorsky leşker li herêmê dan. Hevrêyê me Şiyar Garzan ê tevahiya operasyonê dom kir de bi lehengî li dijî dijmin şer kir, şehîd ketiye. Ev operasyon 20’ê Tîrmehê di saetên şevê de ji qadê vekişiyaye.
22’ê Tîrmehê 2020
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê