HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

1. Hêzên me 1'ê Hezîranê saet 10'an, li dagirkerên li ser girê Xeregol ê navçeya Çelê ya Colemêrgê xistin. Ji 6 baskan ve li çeper, stargeh û leşkerên li ser gir hate xistin û di encamê de stargehek û 2 çeperên dijmin hatin rûxandin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 11 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.

 2'ê Hezîranê saet 19'an, hêzên me li artêşa TC a dagirker a li ser girê Koordîne yê Çelê xistin. Çalakî ji 2 baskan ve hate kirin û di encamê de 2 çeper hatin rûxandin, 6 leşkerên dijmin hatin kuştin.

Artêşa TC a dagirker ev demeke hewl dide ji geliyê Girana ber bi herêma Govendê ya navçeya Şemzînan a Colemêrg 'rêya ewlekariyê' çêbike. Hêzên me roja 2'ê Hezîranê saet 09:30'î li leşkerên ku rê çêdikirin xistin. Ji cihekî nêz ve li leşker û dozereke ku rê çêdikirin hate xistin. Di çalakiyê de wesayit û çekên tê de hatin rûxandin. Di vê çalakiyê de 4 leşkerên dijmin hatin kuştin, 2 leşker jî bi giranî birîndar bûn. Hêzên dagirker piştî çalakiyê termên leşkerên xwe tevî birîndarên xwe bi helîkopterên bi tîpa Skorsky ji herêmê rakirin.

2. 31'ê Gulanê, artêşa TC a dagirker li bejahiya Osmaniyeyê dest bi operasyonekê kir. Hêzên me li geliyê Şehîd Bahoz yekîneyeke dijmin şopand û 1'ê Hezîranê saet 7'an li vê yekîneyê xistin. Derb ji nêz ve li yekîneya dijmin hate xistin û leşkerek hate kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.

3. 3'ê Hezîranê saet 2'an, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li geliyê Arê û derdora girê Lêlîkanê yê li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê barandin.

4. 29'ê Gulanê li Neqeba Taner a navçeya Xozad a Dersimê, di navbera komek ji hevalên me û leşkerên TC a dagirker de şer derket. Di vî şerî de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin. Hevalê me Berxwedan Dersim ê bi lehengî şer kir şehîd bû.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Berxwedan Dersim

Nav paşnav: Mûstafa Şeker

Cihê jidayikbûnê: Dersim

Dayik-Bav: Sûltan-Mûhtar

Dem û cihê şehadetê: 29'ê Gulana 2018 / Dersim

 

Berxwedan – Mustafa Şeker

Hevalê me Berxwedan Dersim, li navçeya Pertag a Dersimê ji dayik bû. Li dijî polîtîkayên qirêj ên sîstemê ku dixwaze civaka Dersimê bihelîne û qir bike, hevalê me Berxwedan li cihekî ku nirxên xwe diparêze mezin bû û rastiya dijmin ji nêz ve nas kir. Heval Berxwedan ku li nava welatparêziya serbilind a Dersimê mezin bû, di emrekî gelekî ciwan de bala wî çû ser Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê. Tevî hemû zext û zordariyên dijmin, wî hewl dida tiştekî bike. Di ciwantiya xwe de wextekê milîstî kir û piştre sala 2011'an bi rengekî çalak tevlî nava refên gerîla bû. Di nava gerîla de jî bi fedakariyeke mezin tevgeriya. Ji ber ku di nava rastiya Dersimê de mezin bû, bi hêrsa xwe ya li dijî dijmin di demeke kin de di nava gerîlatiyê de şareza bû. Dewleta TC a faşîst bi sedan salan e axa Dersimê dagir kiriye. Hevalê me Berxwedan, bû yek ji hevalên me ku li dijî vê dagirkeriyê bi awayekî çalak şer kir. Ji Raperîna Dersimê ya sedsala 20'an û vir ve, bû yek ji hevalên me ku kevneşopiya raperîna Dersimê bi rengekî herî baş li çiyayên Kurdistanê temsîl kir. Û nîşanî dewleta faşîst a dagirker da ku gelê Kurd ti carî serî natewîne, berdêla xwe çi dibe bila bibe wê heta dawiyê li ber xwe bide.

Ji ber şehadeta hevalê me Berxweda ku bi rengekî fedayî şer kir û şehîd bû, em sersaxiyê destpêkê ji malbata hêja ya Şeker, ji gelê xwe yê welatparêz dixwazin û careke din soz didin, heta Kurdistana azad ku xewn û xeyala şehîdan e, em ê têkoşîna xwe bidomînin.

 

3’ê Pûşberê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê