Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 10’ê mijdarê de li navçeya Şirnex Silopiyê li dijî herêmên Banê Xinis, Banê Şemka, Aynika, Kêre, Girê Çolya û Girê Bişêrê ku bi ser Cûdî ne ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon di 11’ê mijdarê de bê encam paşde zîviriye.
2. Di 11’ê mijdarê de li navçeya Şirnexê Silopiyê li dijî Girê Hirmo ku bi ser Cûdiyê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşede şewata destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
13 Mijdar 2010
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê