HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

14'ê Cotmehê saet di 08:30'î de li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî dagirkerên li qereqola Şikêrê, hêzên me bi rêbaza sûîqestê çalakî kirin.

Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

14'ê Cotmehê saet di 16:45'an li qada Kela Bedewê ya herêma Zapê, hêzên me li çepera çeka A-4 a dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de çeper hate rûxandin, çeka A-4 hate îmhakirin û 2 dagirker hatin cezakirin.

14'ê Cotmehê saet di 07:00 de li qada Girê Koordîne ya herêma Zapê, hêzên me bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de bi rengekî serketî li hedefên hatin diyarkirin hate xistin.

Ev çalakiyên berfireh ên hêzên me ji bo hilanîna tola Fermandar Cûmalî Çorûm û şehîdên Werxelê hatine lidarxistin ku di encama bikaranîna çekên kîmyewî de şehîd bûn.

2. 14'ê Cotmehê saet di navbera 07:20-18:00 de li herêma Zapê qadên Sîda, Şehîd Şahan, Cîloyê Biçûk, Şamkê, Tîpa T, Kûnîşka û Çiyayê Reş bi balafirên şer û çekên giran hatin bombekirin. Heman rojê bi şev qada Tîpa T bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.

14'ê Cotmehê saet di 12:30'î de li qada Goşîne ya Xakurkê, Girê Rostê bi balafirên şer hate bombekirin.

14'ê Cotmehê saet di navbera 20:00-22:00 de li herêma Avaşînê li qadên Mervanos, Tabûra Ereban, Girê Silêman, Girê Spî û Girê Sor helîkopter geriyan. Heman saetê qadên Stûnê, Girê Şehîd Elî, Geliyê Basya û Kartalê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

15’ê Cotmeha 2021

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê