Çapemenî û Raya Giştî Re!
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;
– Di 18’ê Tîrmehê de saet di 16.40’an de li qada Girê Silêman bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Bi awayekî xurt li çepereke dagirkeran hate xistin.
– Li çeperên şer û tunelên qada Werxelê berxwedana dîrokî ya hêzên me didome. Di 18’ê Tîrmehê de heta şev dagirkeran bi gaza jehrî û mîktareke zêde ya teqemeniyan êriş kirin lê tu encam bi dest nexistin.
– Di 18’ê Tîrmehê3 de saet di navbera 22.50 û 00.30’an de li qadên Mervanos, Tabûra Ereban û Girê Silêman helîkopter geriyane. Qadên Girê Sor û Stûnê jî bi helîkopterên êrişê hatine bomberdûmankirin.
– Di 19’ê Tîrmehê de saet di 09.10’an de li qada Girê Sor dema ku dagirkeran xwestine nêzî çeperên şer bibin li wan hate xistin û dagirker neçar mane qedemeyekê vekişin. Saet di 09.40’an de dagirkeran dîsa hewl dane êriş bikin û hêzên me dîsa li wan dane û dagirker neçar mane vekişin. Dagirker ji Qereqola Sîvrî jî qada Girê Sor bomberdûman dikin.
2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de li herêmên Heftanîn û Metînayê;
– Di 17’ê Tîrmehê de saet di 06.10’an de li qada Girê Dûpişk a herêma Heftanînê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Bi awayekî bi bandor li çeperên dagirkeran hate xistin.
– Di 18’ê Tîrmehê de saet di navbera 22.30 û 01.00’an de helîkopter li qada Qaşûra ya Metînayê geriyane. Helîkopterên êrişê gundên Kêste û Hirorê yê Kanî Masiya Amêdiyê bomberdûman kirine. Li Li herêma Zapê;
– Di 18’ê Tîrmehê de saet di navbera 00.00 û 01.00’an de ji qereqolên li ser sînor bi obusan qada Çemçoyê hatiye bomberdûmankirin.
– Di 19’ê Tîrmehê de saet di navbera 09.30 û 10.00’an de qadên Çemço û Sîdayê bi balefirên şer hatine bomberdûmankirin.
Di van bomberdûman û êrişên hewayî de tiştek bi hêzên me nehatiye.”
19’ê Tîrmeha 2021
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê