Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de li dijî artêşa TC a dagirker çalakî kirin. Li gorî vê yekê;
29'ê Gulanê saet 17:45'an, hêzên me yên YJA Starê li leşkerên dijmin ên li ser girê Lêlîkanê yê li herêma Sîdekayê ya li Başûrê Kurdistanê xistin. Di vê çalakiya sûîqestê de leşkerekî dijmin hate kuştin.
30'ê Gulanê saet di navbera 12:30-17:30'î de hêzên me yên YJA Starê li dijî dagirkerên li ser girê Lêlîkanê çalakiyên sûîqestê kirin. Di çalakiyan de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.
29'ê Gulanê saet 15'an, hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Ronahî yê li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê çalakiyek kirin. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi balafirên şer bombe li herêmê barand.
Hêzên me roja 30'ê Gulanê saet 07:30'î, li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker a li mintiqeya Tepê Xwedê ya li herêma Barzanê çalakiyeke sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de çepera ku leşker lê bûn bi temamî hate rûxandin û bi qasî hate tespîtkirin 5 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêmê.
Hêzên me heman rojê saet 15'an, li qada Cîlo yê biçûk a li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, li dronekê xistin û drone anîn xwarê.
Yekîneyeke dijmin ku ev demeke li girê Kelebekê yê navbera gundên Kola û Dêmanê yê navçeya Şemzînanê bi cih bûye, ji aliyê hêzên ve hatin kontrolkirin. Û 30'ê Gulanê saet 19'an hêzên me li vê yekîneya dijmin xistin. Bi derbên ku ji nêz ve li yekîneya dijmin hate xistin, 3 leşker hatin kuştin.
2. 30'ê Gulanê saet 09:50'î, hêzên me li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa kîrpî ya artêşa TC a dagirker li nêzî gundê Çeken ê li ser rêya Çewlig-Xarpêtê çalakiyeke sabotajê kirin. Derb li wesayita zirxî hate xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê li herêmê dest bi operasyonê kir. Ev operasyon heman rojê saet 14'an bi rengekî bê encam qediya.
3. 21'ê Gulanê, dijminê dagirker li girê Şahîn û derdora wê yê li Dersimê bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov, balafirên er û helîkopterên bi tîpa kobra dest bi operasyoneke berfireh kir. Ji ber operasyonê di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî dijwar qewimî. Şer du rojan dewam kir û di encamê de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin. Di şer de 3 gerîlayên me yên bi lehengî şer kirin şehîd bûn.
Nasnameyem şehîdên me wiha ye:
Nasnav: Çiyager Koçer Nav paşnav: Mehmet Caymak Cihê jidayikbûnê: Sêrt Dayik-Bav: Bedîa-Mikaîl Dem û cihê şehadetê: 21'ê Gulana 2018 / Dersim
|
Çiyager – Mehmet Caymak
Nasnav: Hebûn Farqîn Nav paşnav: Mehmet Şîrîn Bîlîr Cihê jidayikbûnê: Amed Dayik-Bav: Reyhan-Recep Dem û cihê şehadetê: 21'ê Gulana 2018 / Dersim
|
Hebun – Mehmet Şirin Bilir
Nasnav: Mervan Arjîn Nav paşnav: Abdulazîz Temîzsoy Cihê jidayikbûnê: Xarpêt Dayik-Bav: Emîne-Cemîl Dem û cihê şehadetê: 21'ê Gulana 2018 / Dersim
|
Mervan – Abdulaziz Temizsoy
31’ê Gulanê 2018
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê