Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 9’ê Tîrmehê de li navçeya Colemergê li Şemzînanê li dijî Bêgûza û Salara ku bi ser Herêma Herkiyê ye ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon a li herêmê hîn jî berdewam dike.
2. Ji 6’ê Tîrmehê û vir ve li Mereş li dijî çiyayên Engîzekê ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyon a bi yekîneyên taybet tê meşandin li derdora gundê Biçim û Deveboynû bi rengê kemîn û keşfê berdewam dike.
10 Tîrmeh 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê