Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 1’ê kanûnê de di saet 02.00’an de li navçeya Şirnexê Qilabanê li dijî Girê Kurê Çela ji aliyê gerîla yê me ji bo li dijî êrîşên Artêşa TC’li Herêmên Parastina Medya li dardixist bi armanca bersivdayînê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama êrîşê de 3 guleyên havanê li gir îsabet kiriye. Hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me nehatiye zelalkirin.
Fermandariya Biryargehê bi daxûyaniyekê destnîşan kir ku ger êrîşê dijmin berdewam bike wê mafê bersivdayînê bê bikaranîn.
2. Di 1’ê kanûnê de li derdora saet 03.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Dola Bêtalma, Gundê Heftenîn û herêma Kuranîş ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşêke havan û obusan hatiye lidarxistin.
3. Di 30’ê mijdarê de di navbera saet 15.00-17.00’ande li Herêmên Parastina Medya li diJî Gundê Alaniş, Girê Partizan, Ava Gûzê û Kanî Êrê ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
2 Kanûn 2010
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê