HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 6 Îlonê de di navbera saet 14.30-15.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Gundê Ergenê ku bi ser Garê ye ji aliyê balefirên şer ên artêşa mêtinger a TC’ê êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di encama êrîşê de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.

 

2. Di 6’ê îlonê de di navbera saet 11.00-12.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Gundê Êrê û Qaşûrkê ku bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa mêtinger a TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

3. Di 5’ê Îlonê de li Herêmên Parastina Medya li dijî Geliyên Şehîdlik û Payigahê ku bi ser Xinêrê ye ji aliyê artêşa mêtinger a TC’ê bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

7 Îlon 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê