Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 23’ê Kanûnê de di navbera saet 19.00-20.00’an de li dijî herêmên Geliyê Reş û gondê Bermizê û derdora wê girêdayî Navçeya Diyana ya bi ser herêma Başurê Kurdistanê ve ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
2. Di 22’ê Kanûnê de di saet 20.30’an de li navçeya Omeryan'a Mêrdînê li dijî xeta lûleyan a petrolê ya Kerkûk - Yumurtalkê ya di navbera Gondên Kindirbînê û Epşê derbas dibe ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de şewat di lûleyên petrolê de destpêkiriye û zirareke maddî çêbûye.
24 Kanûn 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê