HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medya êrîşên berfireh lidarxistin.

Ji ber ku hêzên me li hember van êrîşan tedbîrên pêwîst girtibûn, ev êrîşana vala hatin derxistin. Hurguliyên êrîşên dagirkeran wiha nin:

14'ê Avrêlê di saet 16:00 an Gundê Kamûran yê girêdayî navçeya Çemankê ya Duhokê bi balafirên şer hate bomberandin. Di heman rojê navbera saetên 14:30 – 21:00 an de derdora gundê Sergelê, Girê FM yên girêdayî Zap ê û Girê Hekarî yê girêdayî Metîna 8 caran bi balafirên şer û obusên ku ji qereqolên ser sînor tên avêtin ve hatin bombebarandin.

15’ê Avrêlê di navbera saetên 10:00 – 00:00 an de herêmên Girê Cudî, Girê Amediyê, Girê FM yên girêdayî Zapê û Girê Hekarî ya girêdayî Metîna 9 caran bi balafirên şer û obusên ku ji qereqolên ser sînor tên avêtin ve hatin bombebarandin.

15’ê Avrêlê di navbera saetên 18:50 – 21:40 an de herêma Werxelê ya girêdayî Avaşîn û herêmên Girê Cehennem, Kunîşka, Kurojahro, Şehîd Şahîn, Karker, Şikefta Birîndara, Saca, Çemço û Sîda yên girêdayî Zapê bi balafirên şer 28 caran hatin bombebarandin.

16’ê Avrêlê di navbera saetên 20:40 – 02:30 an de herêma Girê Cudî ya girêdayî Zapê bi balafirên şer 3 caran û obusên ku ji qereqolên ser sînor tên avêtin ve hatin bombebarandin. Heman rojê di navbera saetên 17:00 – 21:30 an de herêmên Şehîd Şahîn, Girê Cehennem, Dola Şîvê, Karker, Kurojahro û Sîda bi balafirên şer 27 caran hatin bombebarandin.

16 Avrêlê di saet 15:30 an de Girê Şehîd Şerîf yê girêdayî Xakurkê bi balafirên şer 2 caran hatin bombebarandin.

Di navbera rojên 16 û 17 Avrêlê de herêma Werxelê ya girêdayî Avaşîn bi obusên ku ji qereqolên ser sînor ve tên avêtin ve hate bombebarandin.

17 ê Avrêl a 2022

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê