Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 14'ê mijdarê de di navbera saet 14.00-14.45'ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Girên Şehîd Berîtan, Şehîd Kurtay û Karker ku bi ser Xakurkê ne ji aliyê Artêşa TC'ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.
2. Ji 12'ê mijdarê û virve li Herêmên Parastina Medya li dijî gundên Kokerê, Bircela û Girên Çiyareş û Şehîd Şahîn ku bi ser Zap'ê ne ji aliyê Artêşa TC'ê êrîşên havan û obusan tê lidarxistin. Di encama êrîşande şewata li Gundê Kokerê û Girê Şehîd Şahîn hîn jî berdewam dike.
15 Mijdar 2010
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê