HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 7’ê Kanûnê de di navbera saet 20.00-20.30’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundê Faxir a bi ser Xakurkê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

 

2. Di 7’ê Kanûnê de di navbera saet 15.00-16.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Mamreşo û Gundê Diryê ku bi ser Zagrosê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

3. Di 7’ê Kanûnê de di navbera saet 17.00-18.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Dola Quruma û Gundê Dêrginê yê bi ser Metîna ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

4. Di 7’ê Kanûnê de di navbera saet 21.00-22.30’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Deşta Kafya, Geliyê Ava Xazir û derdora gundê Çemşerîdê ku bi ser Garê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

5. Di 7’ê Kanûnê de di navbera saet 13.00-17.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Dola Şîvê, Çiyayê Reş, Gundên Şîvê, Êlê, Sernê, Karê, Balûka û Zêwê, Geliyê Ava Zapê û Pira Balûka ya bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

6. Di 7’ê Kanûnê de di navbera saet 19.00-23.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Dola Şîvê, Çiyayê Reş, Gundên Şîvê, Êlê, Sernê, Karê, Balûka û Zêwê, Geliyê Ava Zapê û Pira Balûka ya bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

7. Di 6 û 7’ê Kanûnê de him bi şev, him bi roj li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Çiyayê Reş, Girên Şehîd Marya û Kovî, Gundê Ditaza, Sarkê û Spîndarê ku bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye topbarankirin.

8. Di 7’ê Kanûnê de li saet 06.30’an de li Şirnex li dijî Çiyayê Cûdî ji aliyê artêşa dagierker a tirk bi tevlêbûna 5000 leşkeran operasyonek hatiye lidarxistin. Nûçeyên di derbarê opersayonê de di çapemeniya tirkan de derbas dibin derewin. Di derbarê opersayonê de agahiyên berfireh wê pişt re ji raya giştî re were ragihandin.

9. Di 7’ê Mijdarê de di saet 02.00’an de li navçeya Amedê Lîcê li dijî Girê Tapan, Gundê Çemê Elîk û derdora wê ku bi ser herêma Apê Mûsaye ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Artêşa dagirker  a tirk bi helîkopterên kobra û tankan li dijî herêma Paşê Çiya bombebarankiriye, pişt re jî zirar daye rez û zeviyên gundiyan. Operasyona li herêmê di heman rojê saet 15.00’an de bê encam paş de vekişiyaye.

8 Kanûn 2011

Navenda Ragihandin-Çapemenî ya HPG’ê