HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 18'ê Kanûnê de di navbera saet 19.00-20.00'an de li Herêmên Parsatinê yên Medyayê li dijî herêmên Golka, Dola Kuruma, Gundên Qesrokê, Dêrginê û Sergelê ku bi ser Metînaye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di encama êrîşan de li Gundê Qesrokê û Golka zevî û birkên gundiyan zirar dîtiye.

2. Di 18'ê Kanûnê de di navbera saet 19.00-21.00'an  de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Zapê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di derbarê herêmên êrîşa hewayî hate lidarxistin de dema ji aliyê me ve hate zelalkirin wê ji raya giştî re were daxuyakirin.

19 Kanûn 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê