HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 17’ê Avrêlê de di navbera saet 22.00-23.00’ân de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Girê Şehîd Şerîf ên bi ser Xinêrê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

2. Di 17’ê Avrêlê de di navbera saet 22.30-23.30’ân de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî sêgoşeya Bêtalma û Gundê Heftenînê yên bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

3. Di 17’ê Avrêlê de di navbera saet 22.00-23.00’ân de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî quntarên Milê Radê yên bi ser Metînayêye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.

4. Di 17’ê Avrêlê de di saetên şev li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Deriyê Dawetiya, Girên Şehîd Rênas û Şehîd Şêxmûs û Geliyê Bêtalma yên bi ser Heftenînêye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

5. Di 17’ê Avrêlê de di navbera saet 11.00-12.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Girê Evdilkovî û Gundê Ermûş ên bi ser Xakurkêne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

6. Di 3'ê Sibatê de li navçeya Êlih Hezoyê li derdora zozanê Gomika ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi tevlêbûna polîsên tevgera taybet operasyonek hatibû lidarxistin. Di vê operaysonê de di navbera gerîlayê me û dijmin de pevçûnek qewimîbû û di encama van pevçûna de 5 gerîla yê me gihîştibû şahadetê. Me di derbarê vê operasyonê de û navê 4 gerîlayê me yê di vê operasyonê de gihîştibûn şahadetê ji raya giştî re ragihandibû. Li gel 4 hevalê me yê bi navê; Devrim Firat - Lezgîn Oztekîn, Baran Bariş - Nevzat Acar, Çekdar Birûsk - Osman Guneş û Mustafa Cesûr - Murat Şakar, hevalê ihîştiye şahadetê. Nasnameya hevalê 5. ê di vê pevçûnê de gihîştiye şahadetê:

Nasnav: Demhat Sîser
Nav û Paşnav: Agit Yasak
Sal û cihê jidayikbûnê: 1994 / Sêrt
Navê dayik û bav: Ayşe - Musa
Sal û cihê tevlêbûnê: 2011 / Sêrt
Dîrok û cihê şahadetê: 3 Sibat 2012 / Hezo, - Êlih

 

7. Di 17'ê Avrêlê de di navbera saet 16.30-17.30'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Deriyê Dawetiya ya bi ser Heftenînê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan xwestine bombebaran bikin, lê ji aliyê gerîlayê me bi balefirkujan bersiv hatiye dayîn. Di encama vê bersivdayinê de helîkopter naçar maye ji herêmê dûr bikeve.

18 Nisan 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê