HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Ji 16'ê Hezîranê 3u vir ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê li navçeya Çelêya Colemergê li dijî herêmê Ertûş, Cîloyê biçûk ên bi ser Zapêne û herêmên Çiyareş û Şikefta Brîndara yên bi ser Şeladizêye ji aliYê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

2. Di 16'ê Hezîranê de di saet 12.30'an de li navçeya Çelêya Colmergê li dijî wesayiteke transît a leşker vediguhezte qereqola Çil û nehemîn ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Her weha di navbera gerîlayên me û leşkerên ji nizamiya qereqolê dixwestin werin mudaxeleyê nêzî 20 deqan pevçûn rûdaye. Di encama çalakiyê û pevçûnên qewimî de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin, wesayiteke dijmin jî derbe xwariye.

3. Di 16'ê Hezîranê de di saet 13.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajaroka Şeladizê li dijî Gundê Bêtkarê, Girê Şehîd Mazlûm û derdora Ava Zapê yên bi ser Zapêne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

4. Di 17'ê Hezîranê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li navçeya Çelêya Qilabanê li dijî Geliyê Kuranişê, Quntarên Girê Nêriya û Herêma Deriyê Dawetiya yên bi ser Heftenînê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hate bombekirin.

5. Di 16'ê Hezîranê de di saet 23.00'an de li Colemergê li dijî wesayita zirxî ya akrep a li derdora gundê Biyê dewriya digeriya ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşkerê dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin 2 leşker jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê derdora navenda Colemergê ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve hatiye dorpêç kirin.

6. Di 15'ê Hezîranê de li li navçeya Gogsiya Erziromê di navbera gerîlayên me û leşkerên ji qereqola Mela Osmên derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de 4 leşkerê dijmin hatiye kuştin wesayitek jî derbe xwariye.

18 Hezîran 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê