HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Roja 26’ê sibatê saet di navbera 11.00 û 22.00’an de deverên Kuro Jaro, Çiyayê Reş, Dola Şîvê û Gundê Filleh ên ser bi herêm a Zapê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk ve hatine bombebarankirin. Êrîşên li ser herêmê heta derengiya şevê berdewam kirine. Saet di navbera 23.00 û 00.00 de jî gundê Silê yê Qendîlê û gundê Siyanê yên herêma Garê ji aliyê artêşa dagirker ve hatine bombebarankirin.

Di encama van êrîşên bê navber û dijwar de 4 gerîlayên leheng ên Kurdistanê tevlî karwanê şehdîan bûne. Em ê piştre nasnameya her çar gerîlayên me yên ku gihiştine şehadetê bi raya giştî û gelê xwe re parve bikin.

27 Sibat 2013

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê