HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 24’ê Adarê de li derdora saet 20.50’ande li navçeya Amedê Hênê li dijî muduriyeta ewlehiyê ji aliyê gerîla yê me , ji bo êrîşên polîsan ên li dijî gel bi armanca bersivdayinê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin de li avahiya muduriyetê şewat destpêkiriye, şewat heta nîvê şevê berdewam kiriye. Piştî çalakiyê li dijî herêma çalakiyê ji aliyê Artêşa TC’ê operasyonek hatiye lidarxistin, di navbera hêzên derketiye operasyonê û gerîla yê me de pevçûneke kurt qewimiye, di encama pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê operasyona li Hênê û li derdora wê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.

2. Di 24’ê Adarê de  li derdora saet 18.00’yan de li navçeya Êlihê Heskîfê li dijî maşîneke polîsan ya dewriye digere ji aliyê Tîma me ya Şehîd Xebat Baz ji bo êrîşên li dijî gel ên di merasimên hevalê me yê şehîd de êrîş hate kirin çalakiyek hate lidarxistin. Di encama çalakiyê de maşîna polîsan rawestiya ye, polîsên di hundirê wê de reviyane navenda bajêr. Ji ber li cihê polîs reviyane gel heye gerîla yê me êrîşê bedewam nakin lê maşînên polîsan tên taxrîpkirin. Herweha ji ber polîsên reviyane navenda bajêran li derdora xwe gule barandine sivîlek birîndar bûye.

3. Di 24’ê Adarê de di navbera saet 10.00-12.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî Dola Şîvê û Kanî Tûyê ku bi ser Zapê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

26 Adar 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê