HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

Artêşa Tirk a dagirker di 14’ê Kanûna 2017’an de ji Şemzînana Colemêrgê  li dijî gundê Bermîzê û Kanîreş, Geliyê Reş, Tepê Sîro yên bi ser bajarê Diyanayê ya ku dikeve nava sînorê Başûrê Kurdistanê, operasyoneke berfireh a dagirkeriyê dabû destpêkirin. Li dijî vê operasyona hêzên dagirker hêzên me çalakî li dar xist.

 Di 31’ê Kanûnê de saet di 16:00’an de hêzên me li dijî leşkerên dagirker yên ku dixwestin li Girê Koordîneyê ya dikeve herêma Geliyê Reş bi cih bibin, çalakiyeke sûîkastê li dar xist. Di çalakiyan de  2 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker herêm bi obûz û topên hawanan bomberdûman kir.

 

1’ê Çileya 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG