HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

1. 3'ê Nîsanê, artêşa TC a dagirker bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov, helîkopterên bi tîpa Kobra û Skorsky li çiyayê Cûdî dest bi operasyoneke berfireh kir.

 Êvara 4'ê Nîsanê hêzên dagirker bi helîkopterên bi tîpa Kobra, obus û hawanan bomberdûmaneke giran li çiyayê Cûdî kirin. Hêzên dagirker ji şeva heman rojê heta sibeha 5'ê Nîsanê bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşker danîn herêmê. Heman rojê balafirên şer jî bombe li qada operasyonê barandin.

6'ê Nîsanê saet 12'an, hêzên me li mintiqeya Teyrê Baz li dijî yekîneyeke operasyonê çalakiya sûîqestê kir. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin. Heman rojê saet 18'an, hêzên me li heman mintiqeyê li yekîneyên dijmin dan. Bi qasî ku hate tespîtkirin 2 leşkerên dijmin hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Yekîneya operasyonê ya li vê mintiqiyê neçar ma xwe vekişîne.

Heman rojê saet 14'an, hêzên me li yekîneyên dijmin ên li aliyê Girê Çolyayê xistin. Leşkerekî dijmin hate kuştin.

7'ê Nîsanê saet 14'an, di navbera hêzên me yên li çiyayê Cûdî û yekîneyên operasyonê de şer derket. Di vî şerî de derbên giran li hêzên dijmin hatin xistin. 3 hevalên me yên bi lehengî şer kirin şehîd bûn. Heman rojê saet 18'an, li dijî yekîneyên operasyonê yên li Pinor û girê şehîd Şêxmûs 2 çalakî hatin kirin. Ji cihekî nêz li hêzên dijmin hate xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin 5 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê di navbera hêzên me û leşkerên dijmin de şer derket. Di vî şerî de hevalê me Andok Amed ji bo dîl nekeve destê hêzên dijmin mbobeya xwe bi xwe ve teqand û şehîd bû. Hevalekî me jî ji bo dîl nekeve destê dijmin heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û şehîd bû. Heman rojê artêşa TC a dagirker bi helîkopterên bi tîpa Kobra û hawanan bombe li qada Gundikremo barandin.

9'ê Nîsanê saet 14'an, hêzên me li djiî yekîneyên operasyonê yên li bejahiya gundê Hesena çalakî kirin. Di çalakiyê de derbên giran li hêzên dijmin hate xistin û leşkerek hate kuştin.

10'ê Nîsanê operasyona artêşa TC a dagirker a li çiyayê Cûdî qediya. Artêşa TC a dagirker di dema operasyonê de bi hemû teknîka xwe êrîş bir ser hêzên me û bomberdûmaneke giran li herêmê kir. Gerîlayên me bi rengekî destanî li dijî artêşa TC a dagirker li ber xwe dan û derbên giran li yekîneyên operasyonê xistin. Di şer û çalakiyan de bi qasî ku hate tespîtkirin 10 leşkerên dijmin hatin kuştin.

2. Artêşa TC a dagirker roja 5'ê Nîsanê li qadên Lelîkan û Kevortê yên Başûrê Kurdistanê dest bi operasyona dagirkirinê kir. Hêzên me 9'ê Nîsanê li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker ku hewl dida li girê Kevortê çeperê ji xwe re çêbike, çalakiyeke sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hate tespîtkirin 10 leşkerên dijmin hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê gelek helîkopterên bi tîpa Skorsky leşkerên mirî û birîndar ji herêmê rakirin.

Sibeha 11'ê Nîsanê hêzên me li dijî leşkerên artêşa TC a dagirker ku hewl didan xwe deynin ser girê Lelîkanê çalakiyeke sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de 5 leşkerên dijmin hatin kuştin, 6 leşker jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya xwe ya 11'ê Nîsanê de me ragihandibû ku 11'ê Nîsanê saet 09:30'î hêzên me li girê Lelîkanê li dijî yekîneyên dijmin çalakiyek kirine. Di teqîna ji ber vê çalakiyê de, 4 leşker hatin kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn.

12'ê Nîsanê (îro) saet 8'an hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker ku li girê Lelîkanê bi cih bûye çalakiyek hate kirin. Derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin."

3. Di 19'ê Adarê de saet di 15.30'an de hêzên me li ser rêya di navbera Hêneya Amedê û qada Hêgasorê ji nêz ve wesayîteke dagirkeran kiriye hedef. Di vê çalakiyê de alîkarê fermandarê qereqola Hêgasorê Sergen Çakmak û kontrayê bi navê Yasîn Opçî mirine. Hêzên me dest danîne ser kleş û demançeyeke di vê wesayîtê de. Piştî çalakiyê artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker operasyonek daye destpêkirin. Ev operasyon di 29'ê Adarê de bêyî ku bigihêje encamê bi paş ve hatiye kişandin.

Di 11'ê Adarê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker di navbera gundên Ûçkûla, Tunegrat, Topçû Mehmet, Pirêjman û Şingirikê yên Pîrana Amedê operasyonek dane destpêkirin. Hêzên me di 12'ê Adarê de saet di 10.00'an de li dijî yekîneyeke operasyonê çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 7 leşker hatine kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne. Di heman rojê de hêzên me saet di 15.00'an de li dijî leşkerên dijmin dîsa çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên vê çalakiyê nehate zelalkirin.

Di 13'ê Adarê de hêzên me yekîneyeke operasyonê xistine bin kontrola xwe û ew şopandine. Hêzên me saet di 09.00'an de ji nêz ve li vê yekîneyê dane. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.

Di heman rojê de saet di 09.50 û 10.45'an de hêzên me li dijî du yekîneyên operasyonê çalakî li dar xistine. Di van çalakiyan de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 4 leşker mirine û 4 leşker jî birîndar bûne.

Artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker vê operasyona xwe ya dagirkeriyê di 14'ê Adarê de ji qadê vekişandiye.

 

12’ê Nîsanê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê