HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî de ya li Eyaleta Serhedê hêzên me roja 25’ê Tîrmehê saet 23:30’an de li dijî wesayîteke leşkerî ya Amarok ku ber bi navenda navçeya Ebex a Wanê de diçû çalakiya sabotajê li dar xist.

 Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin 3 leşker bi giranî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi desteka balafirên keşfê kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterea skorsky ji herêmê vekişand.

2. Şeva 24’ê Tîrmehê artêşa Tirk a dagirker li herêma Dorşîn a navçeya Pasûr a Amedê bi desteka yekîneyên veşartî operasyonek da destpêkirin. Roja 25’ê Tîrmehê yekîneyeke ya me ku li ser peywira xwe bû bi leşkerên artêşa Tirk a dagirker re hatin pêşberî hev. Artêşa Tirk a dagirker ku bi bejahî şer nekir, bi balafirên şer û helîkopteran girê Şehîd Yilmaz û derdora wê bombebaran kir. Di bombebaranê de rêhevalê me Devrîm Amed şehîd bû. Roja 26’ê Hezîranê seat derdora 12:00’an de operasyon paşve vekişiya.

Nasnameya şehîdê mê wiha ye;

Nasnav: Devrîm Amed

Cihê Jidayikbûnê: Hevîdar Turk

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik - Bav: Hanim - Faris

Cih û Dema Şehadetê: Amed / 25’ê Tîrmeha 2018’an

 

Devrim – Hevidar Türk

3. Roja 27’ê Tîrmehê saet 15:00’an de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagiker bombe li herêma Sîda ya Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di bombebaranê de ti windahiyên me çênebûn.

 

28’ê Tîrmehê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê