HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî re!

1. Di 11 pûşperê de saet di 12:30 li navçeya Colemerg Şemzînanê li girê Dem yê girêdayî herêma Xapûşkê ye ji hêla gerîlayê me li dijî leşkerên tirka çalakiyek hatiye lidarxistin. Di çalakiya ku li girê Dem hatiye lidarxistin 4 leşkerê dijmin hatiye kuştin.

Herweha li vir gelek birîndarê dijmin jî heye. Piştî çalakiyê li dijî herêma Xapûşkê ji hêla artêşa tirk operasyonek hatiye destpêkirin. Li dijî hêzên operasyonê ji hêla gerîlayê me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkereke dijmin hatiye kuştin. 5 leşkerên di herdû çalakiya de hatiye kuştin yek jê astsûbay yên din jî payêbilindin. Lê paye yên wan ji hêla me nehatiye zelalkirin.

 

Di encama pevçûnên hatiye jiyandin de hevaleke me gîhiştiye şehadetê. Dema nasnameya hevalê me yê şehît ketiye zelal bibe wê ji raya giştî re bê eşkerekirin. Herweha operasyona li herêmê hîn ji berdewam dike.

2. Di 10’ê pûşperê li Girê Kûra Çala ya ku girêdayî navçeya Şirnex Qilabanê ye artêşa tirk xwestiye bigre. Di 11’ê pûşperê de derdora saet 13:00’ande di leşkêrên dijmin yên li Girê Kûra Çala disekinîn ji hêla gerîlayê me dafikek hatiye teqandin. Kuştî û birîndarê dijmin yê li vir nehatiye zelalkirin.

3. Di 9’ê pûşperê de li herêma Tendurek ya girêdayî navçeya Agirî Dîyadînê ye di navbera artêşa KT(Komara Tirkiyê) û gerîlayê me de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûne de hejmara kuştî û birîndarê dijmin nehatiye zelalkirin û herweha hevaleke me şehît ketiye. Dema nasname ya hevalê me yê şehît ketiye zelal bibe wê ji raya gişti re bê eşkerekirin.

4. Di 11’ê pûşperê de di navbera saet 11:30-16:00’ande li Herêma Parastina Medya li dijî Girê Bêtalma û Gundê Heftenîn ê yên girêdayî Heftenînê ne ji hêla artêşa KT êrişeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

5. . Di 12’ê pûşperê de(îroj) di navbera saet 01:30-02:00’yande li Herêma Parastina Medya li dijî Milê Bayê ya girêdayî Heftenînê ye ji hêla artêşa KT êrişeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

6. . Di 11’ê pûşperê de, di navbera saet 23:30 û di 12’ê pûşperê saet 02:00’yande li Herêma Parastina Medya li dijî heremên Şeşdara, Girê Lawikê Xerib û Qûntarê Xantûrê yên girêdayî Heftenînê ne ji hêla artêşa KT êrişeke havan û obusan hatiye lidarxistin.

12 Pûşper 2010

NavendaÇapemenî-Ragihandin a HPG