Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 8’ê Mijdarê de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî herêma Xapuşkê bi tevlêbûna hezaran leşkerî ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Gerîlayên me li berambeî hêzên operasyonê berxwedaneke bi heybet nîşandane û derberyên mezin li dijmin xistine. Artêşa dagirker a tirk ku yekane çeka wê ya di destê wê de maye bi propagandayên derew xwestiye binkeftina xwe binuxumîne û qaşo îddia dike di encama vê operasyona 3 rojan berdewam kirî de 52 gerîlayên me şehîd ketine, ev hemû derewin. Berfirehiyên operasyona sê rojan û çalakiyên gerîlayên me bi vî rengîne;
Di 8’ê Mijdarê de di saet 08.30’an de li dijî leşkerên li Girê Silor bicîh bûye ji aliyê gerîlayên me ve du çalakî hatiye lidarxistin. Di encama van çalakiyan de 9 leşkerê dijmin hatiye kuştin 4 jê jî birîndar bûye.
Di heman rojê di saet 08.00’an de di navbera leşkerê dijmin ê xwestiye ber bi herêma Xapuşkê ve biçe û gerîlayên me de pevçûn qewimîne. Di encama vê pevçûnê de çawuşeke pispor hatiye kuştin çawuşeke pispor jî birîndar bûye.
Piştî nîvro di saet 15.00’an de li herêma Xapûşkê pevçûneke din qewimiye, di encama vê pevçûnê de jî leşkerek hatiye kuştin, leşkerek jî birîndar bûye.
Artêşa dagirker a tirk ê derbeyên giran xwariye nekarî pêş de biçe, ji 8’ê Mijdarê danê êvarî heta 9’ê Mijdarê danê sibê li dijî herêma Xapûşkê û Geliyê Simakokê bi balefirên şer, helîkopterên kobra, hewan û obusan bi dijwarî bombebaran kiriye.
Di 9’ê Mijdarê de di saet 10.45’an de li girê Dêmê pevçûneke din qewimiye, di encama vê pevçûnê de 2 leşkerên dijmin hatiye kuştin.
Operasyona 3 rojan bi piştgiriya teknîkeke dijwar berdewam kirî de 13 leşkerên dijmin hatiye kuştin, 6 leşker jî birîndar bûye. Di van pevçûnan de herweha 2 rêhevalê me jî bi lehengî liberxwedane û gihîştine şahadetê, rêhevalek me jî bi birîndarî dîl ketiye destê dijmin.
Operasyona li herêmê di 10’ê Mijdarê piştî nîvro naçar maye paş de vekişe.
Nasnameyên rêhevalê me yê gihîştiye şahadetê;
Nasnav: Nevzat Saqiz |
Nevzat Saqiz – Aziz Nuri
Nasnav: Asrin Deniz |
Asrin Deniz – Emine Salmi
2. Di 9’ê Mijdarê de di saet 16.30’an de l inavçeya Mîdyadê li ser riya Gundê Fîlê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin.
Di vê çalakiyê de herweha 8 mamosteyên xizmetî polîtîkayên bişaftinê dibin ji aliyê gerîlayên me ve hatine binçavkirin. Piştî lêpirsîna destpêkê 5 mamoste ji ber soza nedubarekirina karkirina di dibistanên bişaftinê bibin û Kurdistanê biterikînin serbest hatine berdan, mudurê dibistanê û 2 mamoste jî lêpirsînên wan berdewam dike.
3. Di 10’ê Mijdarê de li navçeya Bazîda Agiriyê li dijî herêmên Gilîdax, Demîrkapi û Kirê Hallac operasyoneke berfireh hatiye lidarxistin. Di saet 13.00’an de li dijî leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 15 leşkerên dijmin hatiye kuştin, hejmara birîndara jî nehatiye zelalkirin. Herweha du rêhevalê me jî bi lehengî li berxwe dane û gihîştine şahadetê. Em ê nasnameya rêhevalekî me piştî zelal bibe ji raya giştî re par ve bikin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.
Nasnameya rêhevalê me yê gihîştiye şahadetê:
Nasnav: Baran Serhat |
11 Mijdar 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê