Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 29’ê Tîrmehê de li navçeya Şemzînanê ya bi ser Colemergê ye ji aliyê li dijî herêmên Bêmbû û Sîresûs ji aliyê Artêşa TC’ê operaysonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê de di saet 19.00’an de di navbera gerîla yê me û leşkerê dijmin ên derketibûn operasyonê de pevçûnek qewimiye.
Di encama pevçûnê de 4 leşkerê dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin. Piştî pevçûnê operasyona li herêmê hatiye berfirehkirin.
2. Di 29’ê Tîrmehê de di saetên êvarî de li navçeya Şemzînanê ya bi ser Colemergê ye di navbera qereqolên Mûseka û Ketîna li dijî leşkerên Artêşa TC’ê bi armanca bîranîna gerîla yê me yê di 22’ê Tîrmehê de li Şemzînanê gihîştibûn şahadetê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de yek jê çawuşeke pispor du leşkerên dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin.
3. Di 28’ê Tîrmehê de li navçeya Kanîreş a bi ser Çewlikê ye li dijî Hacî Alan ê li dijî gelê me zext û teror pêk dianî, li dijî gerîla yê me komplo lidardixist û herî dawî jî di şahadeta hevalê Şoreş ê di 14’ê Tîrmehê de gihîştibû şahadetê ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin.
4. Di 29’ê Tîrmehê de di navbera saet 14.00-15.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî Girên Mahîr Mîrzo û Karker ku bi ser Zapê ye ji aliyê Artêşa TC’ê êrîşeke havan û obusan hatiye lidarxistin. Di encama êrîşê de şewata li Girê Mahîr Mîrzo destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
30 Tîrmeh 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê