HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 29’ê Tîrmehê de li naveçeya Şemzînanê di bejahiya Gundê Bêzelê di navbera gerîla yê me û leşkerê dijmin ên derketibûn operasyonê pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûna sê saeta berdewam kiriye de 4 leşkerê dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin.

Herweha di van pevçûnan de gerîla yê me yê bi navê Andok Bagok bi lehengî şer kiriye û gihîştiye şahadetê.

 

Nasnameya hevalê me yê şehîd ketiye;

Andok - Bedran Kaya

Navê kod: Andok Bagok
Nav û paşnav: Bedran Kaya
Sal û cîhê jidayikbûnê: 1975 / Mardin
Navê dayik û bav: Şükriye - Mehmet Selim
Sal û cîhê tevlêbûnê: 2006 / Mardin
Dîrok û cîhê şahadetê: 29 Tîrmeh 2011 / Şemzînan, Colemerg

Andok Bagok – Bedran Kaya

1 Tebax 2011

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê