HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 10’ê Îlonê de saet 21.00’an di ketina gundê Gabara yê girêdayî Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ ji aliyê gerîlayên me û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YPŞ)’ê çalakiyeke sabotajê ya hevpar li dar xistine. Li vir wesayîteke doçka li ser ya aîdî çeteyên DAIŞ bi temamî hatiye rûxandin. Piştî çalakiyê di navbera hêzên me yên gerîla û çeteyan de şerek demkurt rû daye û di çalakiyê de jî gelek çete hatine kuştin.

2. Di 10’ê Îlonê de saet di navbera 08.00 û 17.00’an de û 11’ê Îlonê saet di navbera 09.30 û 16.00’an de balafirên bêmirov ên artêşa Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medya li herêma Avaşîn keşif pêk anîne. Li gel vê di 11’ê Îlonê de saet di navbera 19.00 û 00.00’an de tevgera balafirên bêmirov bi awayekî zêde li ser herêma Zapê çêbûye.

3. Di 10’ê Îlonê de saet di navbera 11.40 û 11’ê, Îlonê saet di navbera 08.30 û 09.00’an de balafirên şer ên aîdî artêşa Tirk a dagirker li ser herêma Avaşîn a girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya geriyane. Dîsa di 11’ê Îlonê de saet di navbera 08.00 û 08.30’an de li herêma Zagros, saet 11.00’an jî li herêma Metîna balafirên şer geriyane.

4. Operasyona artêşa Tirk a dagirker ya di 11’ê Îlonê de li herêma Besta ya girêdayî Botanê destpêkirî di 12’ê Îlonê (îro) bê encam vekişiyaye. Di heman demê de di 11’ê Îlonê de saet 15.00’an helîkopterên Skorskî yên artêşa Tirk a dagirker hewl dane li herêmên Sergelê, Kola û Çate yên girêdayî Agirî keşfan pêk bînin. Li ser bersiva hêzên me yên gerîla helîkopterek hatiye derbkirin û paşê helikopter ji qadê dûr ketine.

12 Îlon 2014

Navenda Çapemenî û Ragahandinê-HPG