Ji gelê me û raya giştî re!
Beriya dû rojan li çiyayê Şengalê çalekiyek ya gel a protestoyî çêbu. Lê belê ji ber ku nebe sedemê tu pêkhateyên provakatîfî û moral nede dijminê em ji bo dayîna çapemenîyê me rast ne dît. Lê belê ji aliyê Rûdaw TV ve ev çalakî hatiye berûvajî kirin û weke ku gêrîllayên me gel li hember pêşmergeyan sor kirinê de nûçe hatiye çêkirin. Tiştek wusan qet ne mijara gotinêye; berûvajî wê ji bo gel hêmin be, ji bo her cureyê buyerê rû nede em ketin navberê de, me ji miskîn kirina gel ked mezaxt. Li rexmî vê berûvajî kirina buyerê em şermezar dikîn. Û herwiha em rayedarên pêşmergeyan yên ku li vê herêma Şengalê ku pêvajoyê baş dizanin vedixwînîn vegotin kirina rastiya vê buyerê ya ji bo raya giştî ku ne li gorî nuçeya hatî çêkirine. Di rewşek berûvajî de ji, di derbarê pêşketina pêvajoyê de û mudaxeleya li ser meşa gel çawa hatiye kirin de dîmenên di destê me de heyîn mecburî weşandinê bibîn.
Weke hêzên HPG û YBŞ yekane armanca me li hember hêzên faşîst û komkujer DAİŞ berxwedan mezinkirin, herwiha hevbeş buyîna tevahî hêzên divê mijarê de berxwedan dikin deye. Heya roja meya îro ku berxwedana me dayî meşandin, li beramberi çi be bila bibe emê berdewam bikîn. Divê berxwedanê de ji em dixwazin tevahî pêşmerge û eşîran li cem xwe bibînîn. Eger ew ji dixwazin di vê berxwedanê de cihê xwe bigrin, dibin sibera fermandariya hevbeş de bigrin û di serî de ji li ser bingehê bawerî dayîna gelê li Şengalê ji nîşan bidin. Ya din ji li serê lûtkeyên şengalê runiştin, tu alikariyê nade berxwedana şengalê. Eger hevbeş tevger bê kirin û li ser vî bingehî tevlîbuna ji bona berxwedanê were pêkanîn, wê bibe bersivdayînek ji bo hêviyên gel û em di wê baweriyê dene ku bi vî awayî ji pêşî girtinek ji bo bertekên gel ji bibe wesîle. Ji ber vê sedemê ji, ji bo tevahî hêzên eleqedar ne ji bo xwastekên gel şêwazên çewisandinê, gel baş û rast famkirin û bi rêbaza bersiv dayîna xwastekên wan dixwazîn bidîn xuyakirin ku wê pirsgirêk çareser bibin.
18 cotmeh 2014
Fermandariya HPG ya Şengalê