Ji çapemenî û raya giştî re!
Roja 14 Mijdar di demjimêrên beyanî de çeteyên Daiş yên kuli derdorê Cûdalê, Şîlo û Skeniyê heyîn li hember çiyayê Şengal di tevgerek dijwarde êrîşek dane destpêkirin. Li hember vê êrîşê bersivdayîna gêrîllayên me di heman demê de pêkhatiye û pevçûnên di demjimêr 11:00 an de destpêkirîn heya demjimêr 15:00 an berdewam kiriye. Cardin li hember çeteyên li Geliyê Şîlo di nava tevgerêdebûn ji aliyê gêrîllayên me bi çekên giran hatine lêxistin. Li hember çeteyên ku li herêmê bi cihbûyîn ji aliyê gêrîllayên meve ji 3 aliyan ve çalakiya sizma hatiye pêkanîn. Li vê derê girekî ku çete lêbûn hatiye dest girtin ji aliyê gêrîllayên meve û çuyîna ser cenazeyên 7 çeteyan çêbûye. Di pevçûnên li vî girî pêşketî û di pevçûnên din yên di nava rojê de hatî jiyan kirin de 5 gêrîllayên me şehit ketine.
Gêrîllayên me yên Şehît ketîn;
Navê Kod: Afat Colemêrg |
Afat – Hozan Demir
Navê Kod: Dilgeş Xoşmer |
Dilgeş – İsmail Azadixan
Navê Kod: Firat Levent Reşko |
Fırat – Bilal Bayutmuş
Navê Kod: Goran Serêkanî |
Goran – Hogir Süleyman
Navê Kod: Rojhat Avareş |
Rojhat – Kerim Umuimilan
Roja 14 Mijdar demjimêr 22:00 an li hember 2 baregihên çeteyên kû di navbera Cûdalê û Dugurê de bicihbuyîn de hêzên me çalakî li darxistin. Di van çalakiyan de 3 çete hatin kuştin.
Cardin li Cudalê li hember çeteyên di tevgerêdebûn bi giranî hatiye lêxistin û cenazeyekî çeteyan ketiye destê gêrîllayên me. Çeteyên kû dixwestin li derdora çiya tevgerê pêşbêxin ji van herêman hatine derxistin. Di pevçûnên hatîn jiyan kirinde bi temamî 15 çete hatine kuştin û bi çav hatî dîtîn 4 çete birîndarbûyîne. Di van pevçûn û çalakiyan de kuştiyên çeteyan hîn zêdetirin.
Di pevçûn û çalakiyan de kelûpelên ketine dest;
1 Wesayîtê şekle Aqreq
7 Çekên Qilêş û 7 Rext
1 Çeka M-16
3 telefon, di hejmarek zêde de bomba û gule ketine dest. Cardin cenazeyên 7 çeteyan ketiye dest da.
Di van şerên kû pêşketînde gêrîllayên me yên HPG û YJA-Star û şervanên YBŞ di nava tekoşînek pîr mezindene. Li hember çeteyên ku li Şengalê di xwestin komkujî li hember gelê me pêkbîne de, hevalên me Dilgeş, Rojhat, Goran, Afat û Firat yên bi sekin û biryardariya Derwêşê Evdê yê hemdem berxwedanê bi rûhekî hemlewarî xistîn holê, li hember vê êrîşê heman demê de bersiv dayîne û di vê çendê de gihiştine şehadetê. Meşa bi heybet , wêrekiya mezin û biryardariya şehîdên me yên qehreman li hember êrîşên dijmin yên di nîva rojê de pêkanîyîn di heman deme de bersîv dayîn, wek rêhevalên wan wê bibe fermana serxistinê.
15 Mijdar 2014
Fermandariya Şengal-HPG