HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

1. Di 15’ê Tîrmehê de hêzên me li Girê Olûkê yê Kemaha Erzîncanê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatiye tespîtkirin.

Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran herêm bomberdûman kiriye û leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxistiye. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistine, bi selametî vegerîyane baregeha xwe.

2. Artêşa Tirk a dagirker di 14’ê Tîrmehê di saetên êvarî de Girê Şehîd Hozan ê li Xakurkê û di 16’ê Tîrmehê de jî Girê Şehîd Êrîş bi balefiran bombe kiriye. Piştî bomberdûmanê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran leşker daniye qadê û li herdu giran tevgereke dagirker daye destpêkirin.

Hêzên me di 16’ê Tîrmehê saet di 14.10’an de li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker li Girê Helîkopterê çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatiye tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopteran ji qadê derxistiye.

3. Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî pêk anîn. Di vê çarçoveyê de;

16’ê Tîrmehê saet derdorî 20:30’an de balafirên şer devera Xantûr a girêdayî Heftenîn bombe kir.

17’ê Tîrmehê di saetên şevê de balafirên şer ên Tirk li gel gundên Bêreşê, Enzê, Bêpalan, Kozine yên girêdayî herêma Qendîlê û Girê Şehîd Nûda, Dola Bedrana, Dola Zergelê û Girê Şer bombe kirine.

Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzê me nehatiye, ziyan gihiştine bax û baxçeyên welatiyên sivîl ên herêmê.

4. 15’ê Tîrmehê li gundikê Çakliyayla ya girêdayî gundê Bîlgeç a navçeya Pulur a Dersimê di encama teqînekê de Ayaz û Nûpelda Guloglû yên xuşk û bira miribûn. Piştî vê bûyerê dewleta TC’ê nûçeyên ku ev bûyer ji aliyê hêzên me ve pêk hatiye servîs kirin. Ev bûyera nemerd a ji aliyê yekîneyên şerê taybet ên girêdayî dewleta TC’ê ya dagirker ve hatiye pêkanîn, zarok kirine hedef. Dewleta TC’ê ya faşîst bi salane dixwazin gelên herêmê yên tên van zozanan bitirsînin û herêmê ji sivîlan vala bikin.

Artêşa TC’ê ya ku gelek qadên Kurdistanê vegerandine qadên şer, dixwazin dagirkerî û qetlîamên xwe rewa bikin, dixwazin vê dagirkeriya xwe hê berfirehtir bikin. Dewleta Tirk a ji dîrokê ve û heta niha dixwaze pilanên qirêj ên taybet li ser Dersimê bide kirin, çawa ku her roj mirovên Kurd qetil dike, bi van qetlîaman jî dixwazin bi derewên mezin bi rêya şerê taybet ragihîne û raya giştî bi xapîne. Divê gelê me yê bi rûmet li dijî van polîtîkayên şerê taybet bi hestyar bin.

Divê dost û dijmin vê bizanin li dijî her qetlîameke li Kurdistanê wê gerîlayên Azadiyê bi derbên xurt ku li artêşa TC’ê dide hesab bixwaze. Polîtîkayên qirêj ên li dijî gelê me ku bigihêjin armancên xwe bi awayekî zanistî tê kirin, kiriyarên dij mirovan e li ser gelê me dikin bi tundî şermezar dikin; sersaxiyê ji malbata Ayaz û Nûpelda ên xuşk û bira ku di êrîşa nemerdî de mirin re dixwazin.

18'ê Tîrmehê 2019

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê