Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. 13'ê Gulanê hêzên me li qada bajarokê Çaglayan ê Erzînganê li dijî wesayiteke bi tîpa transît a artêşa TC a dagirker çalakiyeke sabotajê kirin.
Di vê çalakiyê de derb li wesayita transît hate xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehate tespîtkirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi 2 ambûlansan û wesayiteke zirxî leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakir. Yekîneya me ya ku çalakî pêk anî bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya.
2. 20'ê Gulanê saet di 17:00 de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qadên Sîda û Herfa T a li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat.
21'ê Gulanê 2020
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê