Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Artêşa TC a dagirker sibeha 11'ê Mijdarê li qada Gelî ya herêma Gabarê ya Şirnexê dest bi operasyonê kir. Hêzên me yên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de heman rojê saet 12'an li Girê Deriyê Seqetê li yekîneya operasyonê xistin.
Di vê çalakiya sabotajê de 7 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê termên leşkerên xwe bi helîkopterên bi tîpa Skorsky ji herêmê rakir.
2. Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker roja 11'ê Mijdarê saet 13:40'î qada Ermûşê ya herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, saet 20'an jî gundê Sîda yê herêma Zapê bombe kirin. Ji ber bomberdûmanê xisar li dehl û rezên gund bûn. Ji ber êrîşê tiştek bi gerîlayên me nehatiye.
3. Artêşa TC a dagirker bi rêya çapemeniya xwe ya şerê taybet nûçeyên derewîn weşand û îdîa kir ku di bomberdûmana hewayî û bejahî ya 9, 10 û 11'ê Mijdarê de gerîlayên me windahiyeke giran daye. Eşkere ye ku ji bo kuştiyên xwe yên di çalakiyên serketî yên gerîla de dide binixumîne û moralê gelê me xera bike nûçeyên bi vî rengî diweşîne. Bîlançoya herî rast a şerê li Kurdistanê ji aliyê HPG'ê ve ji raya giştî re tê ragihandin. Bila haya gelê me ji nûçeyên ne rast ên medya şerê taybet hebe.
12’ê Mijdarê 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê