HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

Şeva 7'ê Çileyê artêşa TC a dagirker li qadên Şehîd Dîlan, Şehîd Hemze û Kela Dêrweşê yên çiyayê Gabarê yê Şirnexê, li gel helîkopterên bi tîpa Kobra û balafirên bê mirov dest bi operasyonê kir.

 Sibeha 8'ê Çileyê li dijî leşkerên li ser girê Şehîd Dîlan bi cih bûbûn, di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de çalakiyeke sabotajê hate kirin. Bi qasî ku hate tespîtkirin di çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin. Piştî çalakiyê, hêzên dagirker xwe ji ser gir vekişandin û bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşkerên xwe yên mirî û birîndar rakirin. Operasyon 10'ê Çileyê bi rengekî bê encam, qediya.

 

11’ê Çileyê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG