Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Li Colemergê di xeta Şemzînan û Geverê di çarçoveya tevgera şoreşgerî de li herêmên Geliyê Doskî, Şitazin û Oramarê di 17'ê Tebaxê de pevçûn û çalakiyên gerîlayên me berdewam dikin.
Di 18'ê Tebaxê de di saet 11.30'an de karwaneke leşkerî ya ji 54 wesayitên pêk dihat û ji Geverê ber bi Şitazin û Oramarê ve bi armanca piştgiriyê diçû li nêzî herêma Geliyê Doskî ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Piştî çalakiya ji 7 baskan ve hate lidarxistin heta saet 15.30'an pevçûn berdewam kir. Di encama pevçûnên li herêmê Veregozê dijwar bûyî de panzerek, wesayiteke zirxî ya akrep û 2 wesayitên reo hatiye rûxandin 2 wesayit jî derbe xwariye. Li vê herêmê bi giştî 14 leşkerê dijmin hatiye kuştin.
Li Girê Glord ê bi ser Geliyê Doskiye di encama pevçûna di saet 12.00'an destpêkirî û 2 saetan berdewam kirî de 4 leşkerên dijmin hatiye kuştin. Li dijî leşkerên dimin ê ji Girê Glord ber bi Girê Memîşka ve çûye û li vir bi cîh bûyî de ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 8 leşker ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin û ev gir ketiye destê gerîlayên me. Di encama pevçûnên li Mergezerê û Suwarê de qewimîne hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Dijmin kuştÎ û birîndarê xwe yê li vê herêmê di saet 21.00'an de bi 7 helîkopterên skorsyan ji herêmê dûr xistiye. Artêşa dagirker a tirk ji hin giran xwe paş de vekişandiye û li herêmê hîn jî li hin deveran pevçûn berdewam dikin.
Di navbera helîkopterên kobrayan ê herêma pevçûnan bombebaran dikir û gerîlayên me de 4 saetan pevçûn berdewam kiriye û di encma vê pevçûnê de helîkoptereke kobra derbe xwariye, şewat girtiye û naçar maye ji herêmê dûr bikeve. Di derbarê aqûbeta helîkoptera derbe xwarî de agahî nehatiye zelalkirin.
Artêşa dagirker a tirk a piştî derbeyên xwarî di navbera saet 17.30-18.30 û di navbera 22.00-23.00'an de li dijî herêmên pevçûnan û çiyayê Çarçelâyê bi balefirên şer bombebarankiriye. Hemû herêmên pevçûnê û çiyayê Çarçela di heman demê de ji 17'ê Tebaxê danê beyanî û heta niha bênavber bi hewan û obusan tê bombekirin. Di encama van bombebaranan de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike. Herweha di 19'ê Tebaxê di navbera saet 04.00-06.30'an de li dijî Girê Ronahî, Mêrge û Hopê yên bi ser Şemzînanê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
Di çarçoveya Tevgera Şemzînanê di 18'ê Tebaxê de di saet 17.00'an de li dijî yekîneyeke ewlekariya Tugaya Şemzînanê digire ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin. Dîsa li dijî gireke ewlekariya Alaya Garê digire çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama lêdana bi bandor a hemû baregehên dijmin gelek çeper texrîp bûye, hejmara kuştî û birîndarê dijmin jî nehatiye zelalkirin.
19 Tebax 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê