HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

– 27'ê Tîrmehê li herêma Xakurkê li dijî dagirkerên ku di navbera qadên Girê Şehîd Derwêş û Gundê Xelîfan de tevdigeriyan, hêzên me bi rêbaza sabotajê çalakî kirin. Di vê çalakiya serketî de herî kêm dagirkerek hate cezakirin.

– 27'ê Tîrmehê saet di 11:30'î de li Colemêrgê li dijî konvoya leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker ku ji navçeya Geverê diçû Qereqola Wargenima, hêzên me yên YJA Starê li qada navbera gundên Banê û Yekmal Jêr kontrol kir û bi rêbaza sabotajê çalakî lê dan. Di vê çalakiya serketî de wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Kîrpî hate îmhakirin, herî kêm 6 dagirker hatin cezakirin û 10 dagirker jî birîndar bûn.

Piştî çalakiyê, artêşa Tirk a dagirker rêya navbera Gever, Şemzînan û Yekmala Jêr demeke dirêj li trafîkê girt, windahiyên xwe û enqazê wesayitê ji qadê bir.

2. Li herêma Avaşînê;

– 27'ê Tîrmehê saet di navbera 23:00-00:00 de artêşa Tirk a dagirker li qada Girê Sor û saet di 01:00 jî li qada Werxelê bi teqemeniyan bombe li tunelên şer barand.

– 27'ê Tîrmehê saet di navbera 23:00-00:30'î de li qadên Mervanos, Banista û Tabûra Ereban helîkopter geriyan, li qada Werxelê tunelên şer bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

3. 27'ê Tîrmehê saet di navbera 22:30-23:30'î de li herêma Heftanînê quntara Xantûrê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin. Şewata ku ji ber bombardûmanê rû da dewam dike.

– 27'ê Tîrmehê li herêma Xakurkê qada Şekîf ji aliyê qereqolên li ser sînor bi obus û hawanan hate bombekirin. Heman rojê saet di navbera 16:30-17:30'î de qadên Şekîf û Sinînê bi balafirên şer hatin bombekirin. Saet di 21:30'î de jî qada Şekîfê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.

– 27'ê Tîrmehê saet di navbera 22:30-00:30'î de li herêma Zapê li qadên Cîloyê Biçûk û Tîpa T helîkopter geriyan. Heman saetê artêşa Tirk a dagirker hêzên xwe yên li qada Girê Şehîd Serxwebûn guhert û qada Tîpa T bi helîkopterên êrişê bombe kir.

– 27'ê Tîrmehê saet di navbera 23:00-01:00 de artêşa Tirk a dagirker hêzên xwe yên li qadên Girê Koordîne, Girê Azad û Boxaza Girê Azad ên li herêma Metînayê bi helîkopteran guhertin.

Ji ber van êrişan tiştek bi hêzên me nehatiye

28’ê Tîrmeha 2021

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê