Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!
1. Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me di 10’ê Cotmehê de li dijî yekîneyeke artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker a ku li nêzî Girê Elîşêr ê Geverê ya bi ser Colemêrgê kemîn danîbûn, çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 4 leşker hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.
Leşkerên ku di dema çalakiyê de ji ber panîkê xwestine birevin Girê Elîşêr jî bûne hedefa hêzên me û li vê derê bi qasî ku hatiye tespîtkirin 2 leşker jî hatine kuştin.
Heman hêzên dagirker bi şev bi helîkopteran leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxistine.
2. Di 8’ê Cotmehê de saet di 18.00’an de gerîlayên li nêzî Ava Korcanê ya Qada Şehîd Mizgîn a Bedlîsê rastî leşkerên Komara Tirkiyeyê ya dagirker hatine û li vê derê şerek çêbûye. Di vî şerî de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin.
Piştî şer artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li qadê operasyonek daye destpêkirin. Ev operasyon di 11’ê Cotmehê saet di 09.00’an de bêyî ku encamekê werbigire bi paş ve hatiye kişandin. Gerîlayên me yên ku ketine şer jî, bi silametî gihiştine baregehên xwe.
3. Di 7’ê Cotmehê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li Geliyê Harçîkê yê Dersimê operasyonek daye destpêkirin. Hêzên dagirker li qadê kemîn danîne û di 9’ê Cotmehê bi şev, bêyî ku encamekê werbigire, operasyon bi paş ve kişandine.
4. Di 25’ê Nîsana 2017’an de balefirên şer ên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker qada Ertûş a Çelê ya bi ser Colemêrgê bomberdûman kiribû. Di vê bomberdûmanê de hevalê me Harûn gihiştiye şehadetê.
Nasnameya hevalê me yê şehîd wisa ye:
Nasnav: Harûn Xwînrej Nav û Paşnav: Naîm Demîr Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg Navê Dayik - Bav: Fatma - Mehdî Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg / 25’ê Nîsan 2017 |
Harun – Naim Demir
Rêheval Harûn Xwînrêj (Naîm Demîr) di sala 1996’an de li Colemêrgê ji dayîk bûye û di derdor û malbateke welatparêz de mezin bûye. Heval Harûn ji roja ku beşdarî nav refên gerîla bûye, bûye xwediyê kedeke fedakar û li qada Zagrosê ya ku şerên giran lê diqewime têkoşiyaye. Em sozê didin hemû şehîdên Kurdistanê û heval Harûn, heta ku em xewn û xeyalên wan pêk bînin em ê têbikoşin. Di serî de malbata Demîr em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz dixwazin.
11'ê Cotmehê 2017
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê