Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!
1. Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me, di roja 13’ê Cotmehê saet 17:10’an de li dijî qereqola nû ya artêşa Komara Tirkiyeyê ya li girê Gundê Aliyawa yê girêdayî navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakiyek li dar xist.
Di çalakiyê de li kozikên dijmin hate xistin û hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate tespît kirin.
2. Di 6’ê Cotmehê de artêşa Tirk a dagirker li herêmên Hûrîs, Kanî Kilê û Geliyê Tizisê yê girêdayê navçeya Şaxê ya Wanê operasyon dabû destpêkirin. Artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker bi helîkoperên Kobra qad bomberdûman kir û di şeva 8’ê Cotmehê de bêyî ku encamê werbigire, bi paş ve vekişiya.
15'ê Cotmehê 2017
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê