Ji Çapemenî û Rayagiçtî Re
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me 3’yê Tîrmehê saet 07:30’î li dijî artêşa TC’ê ya li Girê Şehîd Elîşêr a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bicih bûbûn, çalakiyek kirin.
Di vê çalakiyê de bi xurtî li çeper û kozikên dijmin hatin xistin de, hejmara kuştî û birîndaran nehate zelalkirin.
2. 3’yê Tîrmehê saet 01:00’ê de balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Zapê ya bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşeke hewayî pêk anîbû. Di vê êrîşê de hevrêyên em yên bi navên Jiyan (Jiyan Çetînkaya) Zîlan (Asya Bor) şehîd bûn.
Nasnameya gerîlayên şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Jiyan Koçer Nav û Paşnav: Jiyan Çetînkaya Cihê Jidayikbûnê: Êlih Navê Dayikê-Bav: Vetha - Mehmet Cih û Dîroka Şehîdbûnê: 3’yê Tîrmeha 2019 / Zap |
Jiyan – Jiyan Çetinkaya
Nasnav: Zîlan Kinaci Nav û Paşnav: Asya Bor Cihê Jidayikbûnê: Wan Navê Dayikê-Bav: Dîlber - Emîn Cih û Dîroka Şehîdbûnê: 3’yê Tîrmeha 2019 / Zap |
Zilan – Asya Bo
Hevrêya me Jiyan Koçer di sala 1994’an de li nava malbateke welatparêz li Êlihê hatiye dinê. Hevrê jiyan a hê di temenê xwe yê biçûk de rastî zext û polîtîkayên helandin û asîmlasyonê tê, lêhûrbûneke mezin di vî warî de pêş dixe. Hevrê Jiyan a ku zext û polîtîkayên dijayetî û cihêkeriyê ya li ser Kurdan dihate kirin qebûl nekir, di sala 2014’an tevlî Têkoşîna Azadiyê dibe. Hevrê Jiyan bi girêdaneke xurt a felsefeya Rêbetiyê daye çêkirin û hemû erkên şoreşgerî bi heskirineke mezin pêk aniye, di demeke kin de bûye yek ji hevrêyên mînak. Hevrê Jiyan bi sekna xwe ya biryardar û dilnizim, bandorekî mezin li hevrêyên derdorî xwe kiriye û gihiştiye asta gerîlayeke fermandar. Hevrê Jiyan a bi keda xwe dihate naskirin, di awayê nû yê gerîla de, pêşketin esas girtiye û bûye hevrêyeke tim xwe pêş xistiye.
Hevrê Zîlan Kinaci jî di sala 1998’an de li Wanê di nava malbateke welatparêz û çanad Kurdî de mezin bûye. Hevrê Zîlan a nirxên xwe yên xweser parastiye û mezin bûye, ji bo dawî li êrîşên qirker ên li ser Kurdan bide rawestandin û ji bo azadiya Rêbertiyê sala 2015’an tevlî refên gerîla bûye. Hevrê Zîlan a ji roja tevlîbûnê xwe bi çiyan re kiriye yek, rêya hevrêya fedayî Zîlan (Zeyneb Kinaci) ji xwe re esas girtiye, hemû erkên girtîn bi serketî bi cih aniye. Hevrê Zîlan li gorî her cûre şert û mercan xeta Azadiya Jinê ya Rêbertiyê esas girtiye, bûye yek ji hevrêyên mînak. Hevrê Zîlan a bi sadebûn û sekna bi rûmet a jiyanê, hevrêyên xwe ji kûr bandor kiriye, her demê çanda şoreşgerî ya serxistî daye jiyîn.
Di serî de ji malabatên hevrêyên xwe Jiyan û Zîlan ên şehîd bûne, dîsa hemû gelê welatparêz ên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em ê mîrasê têkoşînê yên hevrêyên me ji bo me hiştin, bigihînin serketinê.
4’ê Tîrmehê 2019
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê