HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

1. Dİ 22’ê Kanûnê de di saet 11.30’an de li navçeya Colemerg Geverê di navbera Gundê Mêrgan û Şitaza ku bi ser herêma Geliyê Dostkî ye li dijî leşkerên artêşa dagirker a tirk ê li herêmê lêgerîn dikir ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de çawuşeke pispor hatiye kuştin, astegmenek jî giran birîndar bûye.

2. Di 22’ê Kanûnê de di navbera saet 12.00-20.30’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Girê Cehennem û quntarê wê, Girên Angola û Şehîd Ferhat, Mahîr Mîrzo, Xeregol û quntarê wê, Gundên Horê, Ditaza û Reşmê ku bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker  a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

3. Di 22’ê Kanûnê de di navbera saet 14.00-15.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêmên Ava Basya û Avaşîn a bi ser Zagrosê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

23 Kanûn 2011
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê