HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Rê

1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 16'ê Cotmehê saet 17:15'an li navçeya Gever a Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Elîşêr çalakiyek pêk anîn.

Di çalakiyê de derb li sê kozikên dijmin hatin xistin û her sê kozik hatin rûxandin. 6 leşkerên dijmin hatin kuştin.

2. Di daxuyaniya xwe ya 11'ê Cotmeha 2018'an de me ji raya giştî re ragihandibû ku roja 30'ê Îlonê li herêma gundê Badibe ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, hevalên me Medya Mawa û Akîf ji ber operasyonê şehîd bûne. Hevalê me Akîf Brûsk (Mahmût Ozdemîr) ku me ragihandibû di şer de şehîd bûye, li ser karê xwe ye. Hevalê me yê şehîd bûye Akîf Bagok (Abdurrahman Erçîk) e. Em vê kêmasiya ku ji ber şerê giran rû da sererast dikin û ji malbatên xwe yên hêja lêborînê dixwazin.

Nasnameyê şehîdê me wiha ye:

Nasnav: Akîf Bagok

Nav paşnav: Abdurrahman Erçîk

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Dayik-Bav: Rûkiye-Mehmet

Demû cihê şehadetê: 30'ê Îlona 2018'an / Mêrdîn

Akif – Abdurrahman Erçik

3. Artêşa TC a dagirker roja 20'ê Tebaxa 2018'an li qada Pîro ya herêma Bestayê ya Şirnexê dest bi operasyonê kir. Heman rojê saet 12'an, balafirên şer bomberdûmaneke giran li herêma operasyonê kir û piştre helîkopterên skorsky leşker li herêmê danîn. Piştî ku leşker li herêmê hatin danîn, di navbera leşkerên dagirker û hêzên me de şerekî giran dest pê kir. Di vî şerî de derbên giran li hêzên dijmin hate xistin. Hevrêyên me Brûsk û Eşref ên heta fîşeka dawî bi lehengî şer kirin, ji bo dîl nekevin destê dijmin, bi çeka xwe xwe şehîd xistin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd bûne wiha ye:

Nasnav: Brûsk

Nav paşnav: Yûsûf Sûngûr

Cihê jidayikbûnê: -

Dayik-Bav: Hatîce -

Dem û cihê şehadetê: 20'ê Tebaxa 2018'an / Şirnex

Brusk – Yusuf Sungur

Nasnav: Eşref Batuyî

Nav paşnav: Serbest Gun

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Zeynep-Abdurrahman

Dem û cihê şehadetê: 20'ê Tebaxa 2018'an / Şirnex

Eşref – Serbest Gün

Di şexsê her sê hevrêyên xwe de yên tevlî karwanê nemiran bûne, ji malbatên Gun, Sûngûr û Erçîk re sersaxiyê dixwazin û soz didin ku em ê xewn û xeyala hevrêyên xwe ku 'Rêberê Azad, Kurdistana azad e' pêk bînin.

 

17’ê Cotmehê 2018

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê