Çapemenî û Raya Giştî Re!
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:
1. Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;
— 22'ê Nîsanê saet di 08:45, 08:47 û 08:49'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li dijî dagirkeran û sîstema kamera ya mobesse ya dagirkeran bi sekvaniyê çalakî hate kirin. Di encama çalakiyan de dagirkerek hate cezakirin, 2 sîstemên kamera yên mobesse hatin îmhakirin.
— 23'ê Nîsanê saet di 08:50 û 08:55'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li sîstema kamera ya mobesse ya dagirkeran hate xistin. Di encama çalakiyan de 2 sîstemên kamera yên mobesse hatin îmhakirin.
— 22'ê Nîsanê saet di 14:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî dagirkerên ku ketibûn nava liv û tevgerê û dixwestin kamera mobesse bi cih bikin, bi çekên nîv otomatîk destwerdan hate kirin û destûr nehate dayin ku kamerayê bi cih bike.
2. Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;
— 21, 22 û 23'ê Nîsanê li herêma Metînayê qadên Şêlazê, Dergelê, Bêşîlî, Serê Metîna 8 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Girê Bahar, Girê Cûdî 3 caran, li herêma Xakurkê qada Sinînê 2 caran bi giştî 13 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
— 21'ê Nîsanê li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Şêlazê bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.
24ê Nîsana 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê