HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ji bo bîranîna fermandara me ya nemir Bêrîtan (Gulnaz Karataş) a ku sembola artêşbûna jinan e çalakî li dar xistin.

Di encamê van çalakiyan de helîkoptereke Skorsky hate xistin û 1 dagirker hate cezakirin.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê; 5 caran bi bombeyên qedexekirî, 4 caran bi çekên kîmyewî û gazên îsotê, 13 caran bi balafirên şer, 44 caran bi helîkopterên êrîşê û dehan caran jî bı obus, tank û çekên giran bombebaran kir.

 

Agahiyên li ser çalakiyên hêzên me û êrîşên li ser hêzên me wisa nin:

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê;

Di 24’ê Cotmehê saet di 07.30’an de tîmên me yên bi tevger li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil li dagirkeran dane.

Di 24’ê Cotmehê saet di 09.50’an de tîmên me yên bi tevger bi taktîka sûîkastê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê dane û dagirkerek hatiye cezakirin.

Di 24’ê Cotmehê saet di 21.10’an de li ser Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil helîkopter geriyane. Dema ku helîkopterê xwestiye leşkeran deyne qadê tîmên me yên bi tevger li helîkopterê dane û helîkopter bêyî ku karibin leşkeran deyne, neçar mane ji qadê derkevin.

 

2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de;

Di 24’ê Cotmehê saet di 00.00’an de li ser Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî helîkopter geriyane. Dema ku helîkopterê xwestiye leşkeran deyne dora çeperên şer ên Şehîd Kendal tîmên me yên bi tevger ên YJA-Starê li helîkoptera Skorsky dane. Piştî lêdana hêzên me agir bi helîkopterê ketiye û dema ku helîkopterê xwest ji qadê dûr bikeve, helîkopter ket û îmha bûye.

Di 25’ê Cotmehê saet di 04.30’an de dagirkeran dema ku xwestine ber bi çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî werin, hêzên me bi çalakiya sabotajê li wan dane. Dagirker heta astekê vekişiyane û tîmên me yên bi tevger bi çekên ferdî li dagirkeran dane.

 

3. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li Herêma Xakurkê;

Di 24’ê Cotmehê de saet di 12.30’an de tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Asarya a li Xakurkê dane.

 

4. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî kiriye;

Di 24’ê Cotmehê de çeperên şer ên Girê Şehîd Pîrdogan ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê û çeperên şer ên Şehîd Felat ê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi bombeyên qedexe 5 caran hatiye bombekirin.

Di 24’ê Cotmehê de çeperên şer ên Şehîd Bahoz ên Qada Berxwedanê ya Çemçoyê bi çekên kîmyewî û gaza îsotê 4 caran hatiye bombekirin, bi rêya aspîratoran jî dûmana jehrî şandine ser çeperên şer.

 

5. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker kiriye;

Di 24’ê Cotmehê de qadên Kanîsarkê, gundê Dêrik û gundê Zîvkê yê Garê û Qada Berxwedanê ya Çemçoyê bi balefirên şer 13 caran hatiye bombekirin.

Di 24’ê Cotmehê de Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê Hakkarî, Girê Cûdî û Girê Amêdiyê bi helîkopterên êrîşê 44 caran hatine bombekirin.

Di 24’ê Cotmehê de Qada Berxwedanê ya Girê FM bi obus, tank û çekên giran bi dehan caran hatine bombekirin.

Di 24’ê Cotmehê de artêşa Tirk a dagirker çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Karkerê xwestiye bi kepçe û dozeran hilweşîne.

Di 24’ê Cotmehê de li ser Qada Berxwedanê ya Saca û Çemçoyê dron geriyane.

 

25 ê Cotmeh a 2022

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê