Çapemenî û Raya Giştî Re!
Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê carekê bi bombeyên qedexekirî,
bi dehan caran jî bi obus, tank, hawan û çekên giran bombe kir.
Agahiyên berfireh yên li ser çalakî û êrîşên dijmin wiha nin:
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;
– 14'ê Mijdarê saet di 12:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li kepçeyekê xistin ku ji bo dagirkeriyê rê çêdikir. Piştî vê derba hêzên me, kepçe rawestiya û neçar ma ku bi qadekê xwe vekişîne.
– 15'ê Mijdarê saet di 13:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li kepçeyekê xistin ku ji bo dagirkeriyê rê çêdikir. Di encamê de jî kepçe neçar ma xwe vekişîne.
– 16'ê Mijdarê saet di 15:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi çekên ferdî li dagirkeran xistin.
2. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;
– 16'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, çeperên şer ên li Şehîd Serxwebûn carekê bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.
3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
– 16'ê Mijdarê Qadên Berxwedanê yên Sîda, Çemço, Girê Amediyê û Girê FM'ê bi dehan carî bi obus, hawan, tank û çekên giran hatin bombekirin.
17 ê Mijdar a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê