Ji Çapemenî û Rayagiştî Rê
1. Hêzên me roja 28'ê Cotmehê saet 16:30'î li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek kirin.
Di çalakiyê de çepereke dijmin bi temamî hate rûxandin û 3 leşker hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêmê.
2. Roja 28'ê Cotmehê saet 07:10'an balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li derdora rûbarê Xakurkê yê li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.
Balafirên şer heman rojê saet navbera 17:00-18:00 bombe li Geliyê Hesena yê herêma Avaşînê barandin. Ji ber vê bomberdûmanê hevalê me Kûrtay Nûsaybîn şehîd bû.
Nasnameya şehîdê me wiha ye:
Nasnav. Kûrtay Nûsaybîn Nav paşnav: Abdûrrazzak Eren Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn Dayik-Bav: Atiye-Rustem Dem û cihê şehadetê: 28'ê Cotmehe a2018'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê
|
Kurtay – Abdurrazzak Eren
Hevrêyê me Kûrtay ku sala 2015'an tevlî nava refên gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bû, li her devera lê wezîfe kir, bi kesayetiya xwe ya kedkar, fedakar û pak, cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girt. Şert û merc çi dibin bila bibin, her tim hewl da di felsefeya Rêbertî û gerîlatiyê de xwe bi pêş ve bixe, ji bo vê armanca xwe jî timî perwerde esas girt. Herî dawî li herêma Avaşînê dema ku li dijî artêşa TC a dagirker karekî xurt ê şoreşgerî dikir, şehîd bû. Weke hevrêyên wî em soz didin ku em ê ala azadiyê ya ku hevalê me Kûrtay ji me re hişt, bi ser bixînin.
29’ê Cotmehê 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê