Ji Çapemenî û Rayagiştî Rê
1. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de çalakiyên xwe yên li dijî hêzên dagirker ên Tirk didomîne, di vê çarçoveyê de;
9’ê Cotmehê (îro) saet 09:30’î hêzên me li dijî leşkerên li Girê Koordîne yên girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek kirin. Di çalakiya li çeper û leşkerên li gir hate xistin de bi qasî hate zelalkirin 6 leşker hatine kuştin. Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê bi helîkopter, hewan û obûsan qad bombe kirin.
8’ê Cotmehê hêzên me yên YJA Starê saet 13:00’an, li dijî leşkerên li Qereqola Şikêra ya Çelê çalakiyeke sekvaniyê kirin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.
Dîsa heman rojê hêzên me yên YJA Star saet 14:40’î li dijî hêzên dagirker ên Tirk ên li Girê Sikêrê Spî ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi cih bibûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiya bi awayeke dijwar li çeper û kozikên dijmin hatin xistin de hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehate zelalkirin.
2. 8’ê Cotmehê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker saet 09:30’î li devera Şehîd Rûstem a girêdayî Herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medya, saet 12:30’î li gundê Kunîka li gel Rençberaga, devera Werxelê jî saet 18:30’î bomberdûman kirine. Dîsa heman rojê saet derdorî 19:30’î jî devera Mam Roşo ya girêdayî Herêma Avaşîn bombe kirine.
9’ê Cotmehê 2018
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê