HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!

1. Artêşa Tirk a dagirker 1'ê Tîrmehê li herêma Ozluce ya navçeya Guce ya Gîresûnê dest bi operasyonê kir. Hêzên me roja 6'ê Tîrmehê yekîneyeke operasyonê şopand û saet 18'an ji du baskan ve lê dan.

Ji nêz ve li yekîneya dijmin hate xistin û di encamê de 3 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Gelek leşker jî ji kozikên xwe reviyan. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi wesayitên zirxî ji herêmê rakir.

2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 7'ê Tîrmehê saet 09:30'î li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Lêlîkanê yê li herêma Bradostê ya Sîdekan a Başûrê Kurdistanê çalakiyeke sûîqestê hate kirin. Li gorî daxuyaniyê, di çalakiya hêzên gerîla de leşkerekî Tirk hatiye kuştin.

 

8’ê Tîrmehê 2018

Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG'ê