HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

1. Çalakiyên hêzên me yên li dijî tevgera dagirkeriyê ya li Herêma Heftanîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike. Agahiyên li ser çalakiyên hêzên me yên di çarçoveya Pêngavaa Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê wiha ye;

7’ê Tîrmehê saet 09:30’î Hêzên YJA Star li dijî leşkerên Tirk ên li Girê Qesrokê bi cih bûbûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku bi îsabet li sitargehên dijmin ên li gir hate xistin de, stargeh bi temamî hatiye rûxandin û 12 leşkerên Tirk hatine cezakirin.

8’ê Tîrmehê (îro) di saetên sibê de hêzên YJA Star li dijî dagirkerên li Şeşdara 2 çalakiyên sekvaniyê lidar xistin, di van çalakiyan de 2 leşker hatin cezakirin.

Heman demê 3’yê Tîrmehê di êrîşa hewayî a artêşa TC’ê ya dagirker a li devera Xantûran de hevrêyên me Goran Goyî û Viyan Devrîm şehîd bûne. Em ê piştre agahiyên li ser nasnameya hevrêyên xwe bi raya giştî re parve bikin.

2. 27’ê Hezîranê artêşa TC’ê ya dagirker li devera Masîro ya herêma Besta ya Şirnexê dest bi operasyonekê kiribûn. Hêzên dagirker piştî bi balafirên şer û helîkopteran dever bombe kir û şûnde bi helîkopterên Skorsky leşker danîne deverê. Di tevahiya operasyonê de Fermandar Sarya Besta û hevrêyên me Viyan û Avareş şehîd bûne.

Nasnav: Sarya Besta

Nav û Paşnav: Meryem Kaplan

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayikê-Bav: Mayse - Hacî

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Besta /27’ê Hezîrana 2020

Sarya – Meryem Kaplan

Sarya – Meryem Kaplan

Nasnav: Vejîn Agir

Nav û Paşnav: Besna Tuman

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayikê-Bav: Cevahîr - Mûstafa

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Besta /27’ê Hezîrana 2020

Vejin – Besna Tuman

Vejîn – Besna Tuman

Nasnav: Avareş Helhel

Nav û Paşnav: Mûsa Bûlan

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayikê-Bav: Menîce - Huseyîn

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Besta /27’ê Hezîrana 2020

Avareş – Musa Bulan

Rêhevala me Sarya Besta di sala 1990’an de li Colemêrgê ji dayik bû û hê di ciwaniya xwe de rastiya dijmin û pergala kapîtalîst dîtiye. Rêheval Sarya di sala 2005’an de tevlî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûye. Ji roja ku hatiye çiyayên Kurdistanê bi dilê xwe yê ciwan û kesayetiya xwe ya dirust nirxên rêhevaltiyê her dem di asta bilind de jiyaye. Bi saya jîr û jêhatîbûna xwe, di demeke kurt de bûye gerîllayeke zana. Rêheval Sarya bi tecrubeya leşkerî, daneheviya îdeolojîk û tecrubeya rêxistinî bûye yek ji fermandara YJA Starê. Rêheval Sarya hemû peywir û berpirsyariyên xwe ji dil bi cih aniye û li her qada ku maye di dilê rêhevalên xwe de cih girtiye.

Rêheval Vejîn Agir li Wanê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye û êrîşên dewleta Tirk a dagirker qebûl nekiriye, di sala 2014’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Rêheval Vejîn li Botanê têkoşîneke çalak bi rê ve biriye. Di şer de jî bêyî westan û rawestan xwedî li kar û berpirsyariyên xwe derketiye. Heta ku şehîd bûye rêheval Vejîn di nav artêşabûna YJA-Starê de bûye yek ji fermandara YJA-Starê.

Rêheval Avareş Helhel di sala 1997’an de li Hezroya Amedê ji dayik bûye. Di ciwaniya xwe de tevlî nav xebatên ciwanan bûye, ji ber zextên giran ên dijmin di sala 2015’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Rêheval Avareş ji roja ku tevlî nav refên gerîla bû, bi berpirsyariyeke mezin têkoşiyaye, her dem di eniyên pêş de cih girtiye. Rêheval Avareş heta kêliya ku şehîd bûye bi awayekî fedakar tevlî nav xebatan bûye.

Malbatên hevalên me yên şehîd di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna xwe ya azadiyê heta dawiyê bidomînin.

3. 1’ê Tîrmehê artêşa TC’ê ya li devera Kanî Reş a dikeve herêma Deriyê Qaçê ya girêdayî Herêma Kato Jîrka ya Şirnexê dest bi operasyonekê kiribû, ketiye di bin kontrola hêzên me de. Hêzên me piştî demekê yekîneya ku xistibûn kontrolê û şûnde çalakiyek li dijî wan kirin. Di vê çalakiya bi xurtî li yekîneya dijmin hate xistin de nehate zanîn bê ka çend leşker hatine cezakirin an jî birîndarkirin.

4. 5’ê Tîrmehê hêzên me kesên bi navê Sebahattîn Gungor û Hejar Batman ên di bin navê nêçîrvaniyê de li herêma Cûdiyê wêneyên bejahiyê dikişand û nexşeya deverê dikişandin ji aliyê hêzên me ve hatin tesbîtkirin û li gel TC’ê kar dikirin cezakirine. Li ser van şexsan jî 2 çek, 2 bêtêl û 1 durbîn jî hatiye desteserkirin.

5. 7’ê Tîrmehê saet 19:30’î balafirên şer ên artêşa TC’ê devera Karker û Sîda ya Herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirine. Di vê bomberdûmanê de ti ziyan negihiştiye hêzên me.

8’ê Tîrmehê 2020

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê