HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Rayagiştî Re

1. Di 5’ê Tîrmehê de saet di 14.20’an de di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de li qada Girê Koordîneyê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sûîkastê hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

Di heman rojê de hêzên KBDH’ê jî di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de 2 çalakiyên sûîkastê li dar xistine û 2 leşker kuştin.

2. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, di 5’ê Tîrmehê de saet di 07.00’an de di navbera gundê Bagengê û Serê Şikeftê yê Gevera Colemêrgê li dijî wesayîta zirxî Kîrpî ya artêşa Tirk a dagirker û leşkerên li kêleka wê dimeşin çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de bi xurtî li yekîneya dijmin hate xistin û wesayîta zirxî hate îmhakirin.Di vê çalakiyê de 4 leşkerên dijmin hatin kuştin.

3. Me di daxuyaniya xwe ya di 26’ê Hezîranê de diyar kiribû ku li qada Deşta Silopiya Çiyayê Cûdî di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker de şerek çêbûbû. Di 8’ê Hezîranê de li qada Deşta Silopiya ya Cûdî hevalê me yê bi navê Roj di şer de birîndar bû û dîl ketiye destê dijmin.

6’ê Tîrmehê 2020

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê